Kolberek li Bokanê b sebeba teqeya hêzên leşkerî yên dewletê li ser sînorê Bane birîndar bû

20:48 - 15 Çirriya pêşîn 2023

Roja Yekşemî 23’ê Rezberê, kolberek bi navê “Kemal Eşterî” xelkê Bokanê li sînorê “Hengejale” ya bajarê Bane ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat birîndarkirin. 
 
Hêzên leşkerî yên dewletê bêyî haydarkirinê gule berdane wî kolberî û her bi vê sebebê jî lingê wî bi giranî birîndar bûye. 
 
Ev kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî Banê hatiye veguhastin û piştre jî ji ber giraniya birînan bo nexweşxaneya bajarê Tevrêzê hat veguhastin.