Girtiyekî siyasî yê Kurd metirsiya ji destdana çavê wî heye

11:35 - 15 Çirriya pêşîn 2023

Erselan Xudkam girtiyê siyasî li girtîgeha Navendî a Urmiyê ku tûşî nexweşiya çavan bûye, piştî bê parkirin li tedaviyên pizîşkî navbirî tûşî pirsgirêka çav hatiye. 

Li gorî Ajansa Mafê Mirovî ya Kurdpayê, çavê Erselan Xudkamê temen 49 salî û girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Mihabadê, ku li girtîgeha Urmiyê de heyama hepsa xwe derbas dike, piştî bê parkirin li tedaviyên pizîşkî, navbirî tûşî pirsgirêka çav hatiye. 

Kurdpa dibêje, berpirsên girtîgeha Urmiyê bi mebesta şandina wî girtiyê siyasî bo mirexesiyê, daxwaza barimteya giran kirine lê, malbata navbirî şiyana dabînkirina barimteyê nebûne, û herwisa berdewam daxwazkariya navbirî bo neştegeriya çavê xwe ji aliyê berpirsên girtîgehê ve hatiye red kirin. 

Erselan Xudkam, Girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha Navendî ya Urmiyê, rêkefta 3ê Banemera 1397an, bi tohmeta sîxûrî û hevkarî digel yek ji hizbên Kurdî, hatiye binçavkirin û bo heyama 36 rojan li odeya takekesî ya Hifazeta Îtilaata Spaha El-Mehdî a Urmiyê de di bin lêkolînê de bûye. 

Ew girtiyê siyasî yê Kurd piştre bo girtîgehê hatibû veguhastin û li 8ê Pûşpera heman salê, ji aliyê Taya 1 a Dozgeriya Leşkerî ya Urmiyê, cezayê bidarvekirinê biserde hatibû sepandin.