Li sînorê Newsûdê kolberekî xelkê Ciwanroyê birîndar bû

11:33 - 15 Çirriya pêşîn 2023

Roja Duşemî 17’ê Rezberê, kolberekî bi navê “Muhsen Weliyûlahî” xelkê Ciwanroyê ji ber gulereşandina hêzên leşkerî yên dewletê li sînorê Newsûdê birîndar bû. 
 
Hêzên leşkerî yên dewletê bêyî hişyarî bidin vî kolberî gule berdanê û her ji ber vê sedemê jî pişta vî kolberî bi giranî birîndar bûye. 
 
Ev kolber ji bo dermankirinê birin navendên pizîşkî. 
 
Her di vê derheqê de, roja Înê 21’ê Rezberê, çend kolber li sînorê Newsûdê bi sedema gulereşandina hêzên leşkerî yên dewletê birîndar bûne û rewşa giştî ya kolberekî xirabe.