Berdewamiya binçavkirina Hêro Qedîmî çalakvana medenî a bajarê Seqizê

10:39 - 12 Çirriya pêşîn 2023

Hêro Qedîmî çalakvana medenî a naskirî ya bajarê Seqizê, tevî ku mehek bi ser binçavkirina wê re derbas bûye, hêj di girtîgehê de ye. 
 
Berê jî ev çalakvana medenî pişta xwe neştergerî kiribû û di karantînaya navenda çaksaziya Sine de li cihekî ne guncaw tê ragirtin. 
 
Roja Sêşemî 21ê Xermananê, 8 hêzên ewlehiyê bêy nîşandana belgeya dadgehê avêtin ser mala vê çalaka medenî û ew binçav kirin û herwisa dest danîn ser kelûpelên şexsî yên wek labtop, telefon û birine. 
 
Ev çalakvana medenî piştî binçavkirinê bo karantînaya navenda çaksaziyê ya Sine veguhastin û dadgehê biryara binçavkirina demkî ya mehekê jê re da. 
 
Ev çalakvana medenî di warê zarok, jinan û alîkariya nexweşên taybet de çalak e. 
 
Heya niha li derheq sedema binçavkirin û tometbarkirina Hêro Qedîmî de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.