Sine; Endamê desteya rêveber a komeleya çandî-civakî ya “Nûjîn” Îdrîs Mênberî cezayê hepsê, dûrxistin û qamçiyan jêra hat birîn

10:34 - 12 Çirriya pêşîn 2023

Îdrîs Mênberî, çalakvanê medenî û endamê desteya rêveber a komeleya çandî û civakî ya “Nûjîn”ê, ji aliyê Taya 106 a Dadgeha Cezaya Giran a Sine ve bi tohmeta “têkdana ewlehiya giştî” li girtîgeha Dêzilava ya Kirmaşanê de, bi salek heps, dûrxistin û 40 derbên qamçiyê hat mehkûmkirin. 
 
Rûniştina dewrên dadgeha vî çalakvanê medenî, roja Duşemî 17ê Rezberê, li taya 106 a dadgeha cezayên giran a Sine bi serokatiya dadwer “Behmen Omîdzade” hate lidarxistin. 
 
Di belgeya qanûnî ya Mênberî de hatiye gotin ku rojên binçavkirina wî ya berê dê di cîbicîkirina cezayê girtîgehê de bên hejmartin. 
 
Her wiha taya 106 a dadgeha cezayên giran a Sine guncav nedît ku hukmê vî çalakvanê medenî li cihê rûniştina wî cîbecî bike û fermana cîbicîkirina hukmê wî li girtîgeha Dêzilava ya Kirmaşanê da. 
 
Biryara ku der barê vî çalakvanê medenî de hatiye dayîn, bi awayekî neamade bû û piştî ragihandinê, di nava 20 rojan de li taya 106 a Dadgeha Cezayê Giran a Sine dikare îtîrazê bike, piştre di nava 20 rojan de dikare li dadgehên pêdaçûnê yên parêzgeha Kurdistanê were îtraz kirin. 
 
Îdrîs Mênberî roja Yekşemî 9ê Rêbendana sala 1401an, bi danîna barimteya Yek milyar Tûmenî heta bidawîhatina dozê, bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû azadkirin. 
 
Roja Yekşemî 27’ê Rezbera 1401’an, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya  dadgehê, ev çalakvanê Kurd di mala wî de binçav kirin û piştî lêgerîna malê, dest danîn ser laptop û kelûpelên wî yên şexsî û birine. 
 
Ev çalakvanê medenî piştî ku hate binçavkirin, ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtlaata Sine veguhastin.