Mehabad; Binçavkirina Pêşewa Îbrahîmpûr ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
10:22 - 12 Çirriya pêşîn 2023
Roja Sêşemî 18’ê Rezberê, ciwanekî Kurd bi navê “Pêşewa Îbrahîmpûr” kurê Qadir temen 19 salî û xelkê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev ciwan bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û tohmetên li ser Pêşewa Îbrahîmpûr ber dest tune ye.