Girtiyê xelkê bajarê Serdeştê li girtîgeha Hemedanê hat îdamkirin
18:36 - 11 Çirriya pêşîn 2023
Serê sibê roja Çarşemî 19`ê Rezbera îsal, girtiyê Serdeştê yê bi navê “Hisên Behirimend” li girtîgeha bajarê Hemedanê hate bidarvekirin.
Li gor çavkaniya agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev girtiyê han berê bi tohmeta “kirîn û frotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê darvekirinê jêra hatibû birîn.
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye weşandin.