Mehabad; Binçavkirina xortekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

18:34 - 11 Çirriya pêşîn 2023

Êvariya roja Sêşemî 18’ê Rezberê, ciwanê Kurd bi navê “Pûya Xizrî” xelkê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê li taxa “Piştepe” ya bajarê Mehabadê avêtine ser mala vî ciwanî û bêyî ku belgeya dadgehê  nîşan bidin, ew binçav kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Piştî binçavkirinê, ev ciwan ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hatiye veguhastin. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetên li ser Pûya Xizrî de ti zanyariyek ber dest tuneye.