Riza Nezerî Kakvendî çalakiyên wî yên şanoyê, hatin qedexekirin
Lîstikvan, xebatkar û çêkerê şanoyê Riza (Havyer) Nezerî Kakvendî bi biryara Dayreya Hunerên Şanoyê ya Wezareta Çand û Îrşada Îslamî ji hunera şanoyê çalakiyên wî hatin qedexekirin û heta demeke din destûr nayê dayîn ku hunera şanoyê bike.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev lîstikvanê temen 25 salî, roja Pêncşemî 13ê Rezberê, ji aliyê dezgeha hunerên şanoyê ya Wezareta Rewşenbîrî û Îrşada Îslamî ve bi vê biryarê hatiye agahdarkirin.
Roja 30ê Xermanana sala 1402an de, ev hunermend bi sedema çalakiyên xwe yên li qada bilind û piştevanîkirina ji daxwazên xelkê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Şehryar Kerecê ve hat binçavkirin û ji bo wergirtina îtirafên bi zorê, li girtîgeha ewlehiyê de bi tundî hat îşkencekirin.
Nezerî Kakvendî piştî bidawîhatina lêpirsînê û eşkerekirina tohmetan, roja 8`ê Rezberê ji girtîgeha Tehranê hat azadkirin.
Riza Nezerî Kakvendî xelkê Hersînê yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê ye û rûniştiyê Şehryar a Kerecê ye.