Sine; Kamran Saxtmanger cezayê dana pere jêra hat birîn

10:17 - 1 Çirriya pêşîn 2023

Kamran Saxtmanger, çalakvanê kedkarî yê xelkê Sine, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a vî bajarî ve, bi dana pere hat cezakirin. 
 
Ev çalakvanê kedkarî ji tohmeta “hevalbendî û hevgirtinê” hat azadkirin û bi tohmeta “propagandaya li dijî hikûmetê bi rêya torên civakî û hevpeyvîna bi kanalên televizyonî re” bi 3 meh heps û dana pere hat cezakirin. 
 
Li gorî belgeyên yasayî, şert û mercên fizîkî û tenduristiyê û belgeya tiba edlî ya di doza berê de, dadgehê cezayê wî yê 3 mehan veguherand cezayê pere û bi giştî 34 milyon cezayê pere lê birî. 
 
Rûniştina dadgeha vî çalakvanê kedkariyê roja 26`ê Xermananê bêy amadebûna parêzer li taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine pêk hat û biryar bi awayekî şexsî hat dayîn  û heta 20 rojan dikare li dadgehên îstînafê were îtirazkirin. 
 
Ev çalakvanê kedkarî pêştir bi tohmeta “endamtiya di Komale û propaganda li dijî hikûmetê” de, bi 5 sal heps hatibû cezakirin, û piştî ku ev ceza bo 28 mehan hate kêmkirin, roja 1’ê Xakelêwey a sala 1402’an, ji girtîgeha Sine hat azadkirin.