Sine; Gazîkirin û ji nû ve girtina Erselan Dîwarger
21:30 - 29 Îlon 2023
Roja Pêncşemî 6ê Rezberê, “Erselan Dîwarger” xelkê bajarê Sine, piştî ku bo Îdareya Îtilaata vî bajarî hatibû gazîkirin, careke din hate binçavkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han bi rêya telefonê bo Îtlaata Sine hatiye gazîkirin û li derheq rewşa wî de ti zanyariyek berdest nîne.
Erselan Dîwarger roja Şemiyê 17’ê Rêbendana 1401’an, piştî gazîkirina bo Îdareya Îtlaata Sine hate binçavkirin.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina vî welatî tune ye.