Xalid Ebdullahzade piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Seqizê hat berdan

01:23 - 29 Îlon 2023

Roja Pêncşemî 30ê meha Xermananê welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê Xalid Ebdullahzade piştî danîna barimteyê ji girtîgeha vî bajarî bi awayekî demkî azad bû. 
 
Ev welatiyê han roja Duşemî 26ê Tîrmehê bêyî hebûna belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtlaata Sinê hatibû veguhastin. 
 
 Ebdullahzade piştî lêpirsînê bo girtîgeha Seqizê hatibû veguhastin. 
 
Heta niha li derheq sedema binçavkirina Xalid Ebdullahzade û tometbarkirina wî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.