Berdewamiya binçavkirin û nexuya bûna çarenivîsa 8 welatiyên Kurd

17:13 - 28 Îlon 2023

Çarenivîsa 8 welatiyên Kurd yên bi navên, Ehmed Mamzade temen 65 salî, Ebobekir Mamzade temen 53 salî, Soran Qasimî temen 28 salî, Pêjman Sultanî temen 30 salî, Kawe Salihî temen 40 salî, Rizgar Babamîrî temen 42 salî, Celîl Mewlûdî û Cewanmerd Mam Xusrewî temen 50 salî, piştî 5 mehan li girtîgehê de ti zanyariyek derheq çarenivîsa wan berdest nine. 
Li gorî  rapora Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya Kurdpayê, ev 8 welatiyên Kurd di heyama girtinê de li destpêrageheştin bi parêzer hatine bê parkirin. 

Kurdpa dibêje, ev 8 kese bi mebesta wergirtina îtirafa bizorê li girtîgeha Îdareya Îtilaata Urmiyê keftine ber givaşa hêzên ewlehî. 

Hêzên ewlehî ji dana her cure zanyariyekê derheq çarenivîsa wan welatiyan xwe diparêzin û eva jî bûye cihê nîgeraniya malbatên wan 8 girtiyan. 

Roja 26ê Xakelêweya 1402 a Rojî, Ehmed Mamzade, Ebobekir Mamzade, Soran Qasimî, Pêjman Sultanî û Kawe Salihî, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îdareya Îtilaata Urmiyê hatine veguhastin. 

Rizgar Babamîrî û Celîl Mewlûdî, roja 27ê Xakelêwe bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmetê ve hatine binçavkirin. 

Roja 6ê Banemera 1402 a Rojî, Cewanmerd Mam Xosrewî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî li bajarê Bane ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin. 

Ew 8 welatiyên Kurd xelkê bajarê Bokanê ne. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê sedema binçavkirin û tohmetên ku bi ser wan 8 welatiyên Kurd de hatine sepandin ti zaniyariyek berdest nîne.