Çalakvana mafên jinan Behar Zengîbend ji bo Serdozgeriya Giştî û Înqlab ya Sine hat vexwendin

03:07 - 28 Îlon 2023

Roja Çarşemî 5ê Rezberê, çalakvana mafên jinan Behar Zengîbend bo taya duyem a lêpirsînê ya Serdozgeriya Giştî û Înqlab ya bajarê Sine hat vexwendin. 
 
Li gor çavkaniya Kurdpa yê, ev çalakvana mafên jinan bi tohmeta “propaganda dijî nizamê” hatibû tometbarkirin û piştî bidawîhatina civîna lêpirsînê, bi danîna barimteya Yek milyar Tûmenî, heta bidawîhatina dozê, bi awayekî demkî hate azadkirin. 
 
Mamosteya perwerdeya bedenî ya Zanîngeha Azad a Sine Behar Zengîbend ji ber nîşandana nerazîbûna li hemberî qetilkirina Jîna-Mehsa Emînî û binçavkirina wê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, li zanîngehê hatiye qedexekirin. 
 
Ev çalakvana mafê jinan a xelkê bajarê Sine, roja Duşemî 28ê Rezbera 1401an, piştî nîşandana nerazîbûna li hember kuştina Jîna Emînî li hewşa zanîngeha Azad a bajarê Sind, bêyî belgeya dadgehê , ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin. 
 
Piştî binçavkirina Xanima Zengîbend, hêzên ewlehiyê li mala wê geriyan û dest danîn ser telefona, laptop û hinek tiştên wê yên şexsî. 
 
Ev çalakvana Kurd piştî ku di nava rojê de hat binçavkirin, bo girtîgeha Îtlaata Sine hat veguhastin û bi şev jî bo navenda çaksaziyê ya Sinde hat veguhastin. 
 
Behar Zengîbend ji ber ku beşdarî çalakiyên protestoyî yên li dijî awayê mirina Jîna Emînî ji ber weşandina daxuyaniyekê  l
bona şermezarkirina Serdozgeriya Giştî û Înqilaba Sine hêzên taybet û "propagandaya li dijî nizamê" hat sûcdarkirin. 
 
Ev çalakvana mafên jinan di 16ê Xezelwera sala 1401`an de, bi danîna barimteyê heta dawiya dozê ji Îdareya Çaksaziya Sine hat azadkirin.