Navenda Çaksaziyê ya Sine; Hêro Qedîmî di rewşeke xerab de ye

23:04 - 27 Îlon 2023

Çalakvana medenî ya navdar a bajarê Seqizê Hêro, li navenda çaksaziyê ya Sine di karantînayê de di rewşeke xirab de ye. 
 
Li gorî çavkaniya ku ji Kurdpa yê re ragihandiye, ev çalakvana medenî berê emeliyata pişta xwe bûye û li karantînaya navenda çaksaziya Sine li ciheke ne guncaw tê ragirtin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Hêro Qedîmî ji 9 rojan berî niha pêwendiya telefonî bi malbata xwe re nekiriye û hevdîtin bi malbatê re jî hatiye qedexe kirin. 
 
Roja Sêşemî 21ê Xermananê, 8 hêzên ewlehiyê bi hinceta ku dest danîne ser kelûpel wê û bêyî radestkirina belgeya dadgehê, avêtin ser mala wê çalakvana medenî û ew binçav kirine. 
 
Ev çalakvana medenî piştî binçavkirinê bo karantînaya navenda çaksaziyê ya Sine veguhastine û dadgehê biryara binçavkirina demkî ya mehekê jê re daye. 
 
Ev çalakvana medenî di warê zarok, jinan û alîkariya nexweşên taybet de çalak e. 
 
Heya niha derbarê sedema desteserkirin û tometbarkirina pîrejinê de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.