Li Kamiyaranê welatiyek ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirib

23:03 - 27 Îlon 2023

Di rojên derbasbûyî de welatiyekî Kurd bi navê “Pêdram Feyzî” kurê Emîn xelkê gundê “Kelate” a ser bi Kamiyaranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî radestkirina belgeya dadgehê ev welatiyê han binçavkirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Heya niha hewlên malbata Feyzî ji bo zanîna çarenivîsa kurê van bê encam mane. 
 
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina Pêdram Feyzî de ti zanyariyek tune ye.