Sine; Çalakvana jin a Kurd Worîşe Moradî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

20:29 - 26 Îlon 2023

Worîşe Moradî (Ciwana Sine) çalakvana jin a Kurd, roja Sêşemî 10ê Gelawêja îsal ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li nêzîkî bajarê Sine hatiye binçavkirin û ti agahî li derheq çarenivîsa wê de nînin. 
 
Ev çalakvana jin di dema binçavkirinê  de ji mafê hebûna parêzer, telefon û hevdîtina malbatê re hatiye bêparkirin. 
 
Heya niha hewlên malbata Moradî ji bo zanîna çarenivîsa Worîşe bê encam mane û ev yek jî bûye sedema nîgeraniya wan. 
 
Worîşe Moradî endama Civaka Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê ye û ev rêxistina jinan îro Sêşemî 4ê Rezberê bi weşandina daxuyaniyeke ewlehî bo raya giştî, raporterê taybet ê Netewên Yekgirtî bo karûbarên mafên mirovan li Îranê û rêkxistinên navdewletî yên mafên mirovan kir, pejrandiye ku Worîşe Moradî ji bo "çalakiyên siyasî û rêxistinkirina jinan" li Kurdistanê bûye. 
 
Civata Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê tekezî li ser windakirina rêheval Ciwana Sine bi darê zorê ji aliyê hêzên Rêxistina îtlaata Spaha Pasdaran û Wezareta Îtlaatê ve hatiye kiriye, em Komara Îslamî ya Îranê ji jiyana endama xwe berpirsyar dibînin. ." 
 
Herwisa ev rêxistina jinan ji raya giştî re, raporterê taybet ê NY bo karûbarên mafên mirovan li Îranê û rêkxistinên mafên mirovan dixwaze ku li derheq windabûna Worîşe Moradî û “senaryoyên saziyên ewlehiyê” li dijî wê, tedbîrên pêwîst bigirin.