Berdewamiya binçavkirin û bêçareseriya Têyfûr Selîmî Babamîrî li girtîgeha Urmiyê

20:25 - 26 Îlon 2023

Têyfûr Selîmî Babamîrî temen 47 salî û xelkê bajarê Bokanê, piştî derbasbûna 7 mehan ji binçavkirinê, hîn jî di girtîgeha navendî ya Urmiyê de ye. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê kurd ji mafê hebûna parêzer bêpar hatiye hiştin û tenê carekê bi malbata xwe re hevdîtin kiriye. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Selîmî Babamirî di bin givaşan de bûye ji bo wergirtina îtirafên bi zorê. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Têyfûr Selîmî Babamîrî di encama işkencekirina hêzên ewlehiyê de ji çav, dest û mil û guhên xwe birîndar bûye. 
 
Ev welatiyê Kurd di meha Rezbera sala 1401’an de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Bane ve, bê biryara dadgehê hatibû binçavkiri û ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hatibû veguhastin. 
 
Ev welatiyê han zewicî ye û du zarokên wî hene. 
 
Heta niha li derheq sedema binçavkirin û tometbarkirina Têyfûr Selîmî Babamîrî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.