Li sînorê Bane di encama gulebarana hêzên leşkerî yên dewletê de kolberek birîndar bû

20:22 - 26 Îlon 2023

Roja yekşemî 2’ê Rezberê, kolberê bi navê “Ferhad Qadirpûr” û temen 32 û xelkê Bane bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên dewletê li ser sînorê vî bajarî birîndar bû. 
 
Hêzên leşkerî yên hikûmetê dema li herêma sînorî ya "Kanîsûr" a Banê vedigeriyan, bêyî hişyarkirinê rasterast gule li kolberan reşandin. 
 
Di vê bûyerê de Kolber ji lingê xwe birîndar bû. 
 
Di vê derheqê de, roja Şemiyê 1ê Rezberê, kolberek di yê bi navê “Cewher Fexrî” temen 30 salî û xelkê bajarê Seqizê li sînorê bajarê Banê ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat birîndar kirin.