Îlam; Di merasima salvegera kuştina Muhsin Qeyserî de ku di nav de birayê wî jî heye, 4 kes hatin binçavkirin

23:38 - 23 Îlon 2023

Di yekemîn salvegera kuştina Muhsin Qeyserî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî, Jin, Jiyan, Azadî, birayê wî Mihemed Hisên Qeyserî û sê welatiyên din ên bi navên Huda Sadiqî, Mehmûd Sadeiqî, keç û bav û Elî Şîrxanî li Îlamê hatin binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar a Kurdpayê; 30 Xermanana 1402 di merasima yekemîn salvegera qetila Muhsin Qeyserî, yek ji qurbaniyên Îlamê, li ser gora wî, Mihemed Hisên Qeyserî 40 salî û birayê wî Muhsin Qeyserî, Hoda Sadiqî 35 salî û bavê wî Mehmûd Sadiqî û Elî Şîrxanî yê 20 salî, bi tundî û lêdanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. 
 
Mihemed Hisên Qeyserî piştî çend demjimêran binçavkirinê bi danîna barimteyek giran hat berdan. Her wiha Huda Sadiqî, Mehmûd Sadiqî û Elî Şîrxanî jî piştî binçavkirinê, ew birin girtîgeha îtlaata Îlamê. 
 
Li gor çavjaniyek haydar ya Kurdpayê, Elî Şîrxanî ji ber êrîşa tund a hêzên serkutker di dema binçavkirinê de, di rewşa fizîkî ya nebaş de ye û li girtîgeha Îtilaat a Îlamê ji pêragihîştinên pizîşkî hatiye bêparkirin. 
 
Di yekemîn salvegera qetila Muhsin Qeyserî de, merasima şehîdbûna wî li goristana “Beheşt Riza” ya Îlamê û mizgefta “El-Nebî Henîvan” bi amadebûna xelkê hat lidarxistin, lê hêzên ewlehiyê êrişî xelkê kirin û çar kes ji endamên malbatê binçavkirin. 
 
Îlam/ kuştina Mohsen Kaysariyê 32 salî; 
 
30 Xermanana sala 1401’an, di xwenîşandanên seranserî yên vî bajarî de li Parka Zarokan, di 30’ê Xermanana 1401’an de, Muhsin Qeyserî yê 32 salî xelkê Îlamê, ji ber berketina zêdey ji 50 guleyan li ser û sînga wî ji aliyê hêzên serkutker ve hat kuştin. 
 
Muhsin Qeyserî piştî mudaxeleya keça ku bi gaza îsotê hatibû gulebarankirin û li ser rêya nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, hatibû gulebarankirin. 
 
Termê Muhsin roja 1ê Rezbera sala 1401`an piştî îsrara malbatê radestî wan hat kirin û merasîma oxirkirina wî bi amadebûna berfireh a xelkê li goristana “Beheşt Riza” ya Îlamê û bi gitina dirûşmên nerazîbûnê yên li dijî hikûmetê birêve çû. 
 
Muhsin Qeyserî 32 salî kurê Nizar û Xedîce bû û beşa kompîturê qedandibû. Bêedaletiya di nav civakê de ew êş kişand û her tim li wekhevî û edaletê geriya. Wî xaniyek ji bo pêkvejiyanê çêdikir, du roj piştî qedandina malê ji aliyê Komara Îslamî ve hat şehîdkirin.