Serdeşt; Kuştina hovane ya keçekê ji aliyê bavê wê ve ji ber "dereng vegeriya malê"

23:36 - 23 Îlon 2023

Keça ciwan a bi navê “Hayde Hesenzade” temen 18 salî û xelkê gundê “Cebrend” a ser bi Serdeştê û rûniştiyê bajarê Rebetê ji aliyê bavê xwe ve bi awayekî hovane hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniya agehdar, termê vê keçkê piştî çar mehan di rojên derbasbûyî de ji bendava Serdeştê hat dîtin, di dema ku dest û devê wê bi zeliqadinê hatibûn girêdan û çend blok jî pêve hatibûn girêdan. 
 
Vê çavkaniya agehdar got jî; Beriya 4 mehan malbata wê keçkê ragihandibû ku zaroka wan ji malê reviyaye, lê derketiye holê ku bavê wê ew avêtiye bendavê û ew kuştiye. 
 
Vê çavkaniya agehdar ragihand; Sedema kuştina Hayde ew bû ku "dereng vedigeriya ye malê" û malbata Haydê ev kiryara "bêrûmetî" nirxandiye. 
 
Bavê Hayde Hesenzade hatiye binçavkirin û termê wê jî bo pizîşkiya dadwerî hatiye veguhastin.