Dêhloran; Binçavkirina ciwanekî 17 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
10:07 - 19 Îlon 2023
Roja Yekşemî 26`ê Xermananê, ciwanê temen 17 salî yê xelkê bajarê Dêhloranê Bêhnam Semûrî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev ciwan bêyî radestkirina belgeya dadgehê binçav kirine.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina Bêhnam Semûrî de ti zanyariyek neketiye dest.