Dêwolan; Çalakvanê medenî û mamosteyê zimanê kurdî Azad Ebbasî dubare hat binçavkirin

10:06 - 19 Îlon 2023

Roja Duşemî 27ê Xermananê, çalakvanê medenî û mamostayê zimanê Kurdî yê xelkê Dêwolanê Azad Ebbasî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşanda belgeya dadgehê ev çalakvanê medenî binçavkirine. 
 
Roja Şemî 18’ê Xermananê Ebbasî piştî gazîkirina bo dadgeha Dêwolanê, her wir hate binçavkirin û bo girtîgeha Qorve veguhastin. 
 
Azad Ebbasî roja Şemiyê 25ê Xermananê ragihand ku ji girtîgeha Qorwê derketiye. 
 
Ev çalakvanê Kurd sala borî ji aliyê taya duyem ê dadgeha tawanan a Dêwolanê bi 10 meh heps, “xerabkirina aramiya giştî” bi 18 meh heps û “komkirin û lihevkirina li dijî ewlehiya niştimanî” bi 48 meh heps hatibû cezakirin. 
 
Azad Ebbasî roja Çarşemî 30ê Xermanana 1401an, bi tohmeta piştgirî kirina serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina heyama lêpirsînê, ji girtîgeha Îtla`ata Sine bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin.