Azad Emînî bo girtîgeha ewlehiyê ya Sine hat veguhastin

11:53 - 18 Îlon 2023

Azad Emînî, çalakvanê jîngehparêz ê bajarê Seqizê, ji bo lêpirsînê bo yek ji girtîgeha ewlehiyê ya bajarê Sine hatiye veguhestin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev çalakvanê Kurd roja Şemiyê 25ê Xermananê ji malbata xwe re ragihandiye ku bo girtîgeha Sinê hatiye veguhastin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Hêzên ewlehiyê, danîna barimteyê bona berdana demkî ya Emînî red kirin e. 
 
Vê çavkaniya agihdar diyar kir: Azad Emînî ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin. 
 
Azad Emînî endamê Ecûmena “Hêvay Zanst” û encûmena “Jiyana Sabz” a jîngehparêzî ya bajarê Seqzê ye. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina  Emînî de ti agahiyên berfireh nehatine bidest xistin.