Bi ser çalakvanekî medenî yê xelkê bajarê Pîranşarê de cezayê girtîgehê hate sepandin

13:18 - 7 Îlon 2023

Çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Pîranşarê, “Teha Resûliyan” ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê bi serokatiya dadwer “Ocaqlû”, 7 sal û 3 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, dadgehê bi tohmeta “endametî li yek ji partiyên Opozîsiyona hikûmeta Îranê”, 3 sal girtîgeh û bi tohmeta “kombûn û hevkarî li dijî ewlehiya netewî” 3 sal û 7 meh girtîgeh û bi tohmeta “propaganda li dijî nizamê”, 8 meh girtîgeh bi ser wî çalakvanê medenî de sepandiye.

Ew cezaye li rojên derbasbûyî de bi wî welatiyê Kurd re hatiye ragihandin û navbirî li derheq sepandina wî cezayî, nerizayetiya xwe nîşan daye.

Li meha Banemra îsal de “Teha Resûliyan” ji aliyê taya 102 a dadgeha Keyferiya 2 a bajarê Pîranşarê bi serokatiya “Riza Qehremanî Saetlû” bi sedema tohmeta sepandî ya “alozkiorina aramî û asayîşa giştî” cezayê 50 milyon Riyal dirafê nexdî bi hisaba dewletî ya Komara Îslamiya Îranê bi cihê 3 meh binçavkirinê û lêdana 40 derbeyên qamçiyan li ciheke daxistî û dûr ji çavê xelkê ceza da.

Roja Sêşemî 2ê Reşemeya 1401 a Rojî, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Pîranşarê, “Teha Resûliyan” bi danîna barimteya 5 milyard Tumenî, bi awayê demkî û heta dema dadgehîkirinê, ji girtîgeha bajarê Nexedê hate azadkirin.

“Teha Resûliyan” piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînan, ji girtîgeheke ewlehî ve bo girtîgeha bajarê Nexedê, hatibû veguhastin.

Sibêdeha roja Çarşemî 28ê Befranbara 1401 a Rojî, ew welatiyê Kurd bi bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.