Li Seqiz û Sine 2 welatî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

18:47 - 17 Îlon 2023

Roja Şemî 25ê Xermananê 2 welatiyên Kurd bi navên “Ferzad Rehmetî” xelkê Seqizê û “Bêhrûz Gulnima” yê xelkê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar  veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agahdar, hêzên ewlehiyê di salroja qetila Jîna Emînî de bêyî radestkirina belgeya dadgehê, Ferzad Rehmetî li ser rêya goristana Ayçî binçavkirine. 
 
Ji aliyekê din ve Bêhrûz Gulnima bêyî radestkirina belgeya dadgehê li yek ji cadeyên bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek berfireh li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina wan her du welatiyên Kurd de tine. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Ferzad Rehmetî û Bêhrûz Gulnima