Gazîkirina ciwaneke temen 16 salî bo îtlaata Merîwanê
11:08 - 17 Îlon 2023
Roja Şemî 25’ê Xermananê, Rojan Melikî ya temen 16 salî, û xelkê gundê “Tengîsar” û rûniştiyê Merîwanê, bo îdareya îtilaata vî bajarî hate gazîkirin û lêpirsîn ji wê hatiye kirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev ciwan ji ber nivîsandina drûşiman gazî kirin.
Rojan Melikî piştî 2 demjimêran ji lêpirsînê û gefên ewlehiyê hat berdan.