Gazîkirin û binçavkirina Mihemed Moradînejad ji aliyê dezgeha îtlaata Kamiyaran ve

21:38 - 16 Îlon 2023

Roja Şemiyê 25ê Xermananê, Mihemed Moradînejad karmendê îdareya Çavkaniyên Xwezayî ya Kamiyaranê xelkê gundê Alikê bo Îdareya Îtilaata vî bajarî hat gazîkirin û hat binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, malbata vî welatiyê han bo zanîna çarenivîsa wî serî li Îdareya Îtilaata Kamiyaran dane, lê hêzên ewlehiyê tu bersivek nedane wan. 
 
Di meha Reşemeha sala 1401an de, ji aliyê lijneya pileya yekem a Rêxistina Cîhada Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê, bi sedema belavkirina malzemeyên di derbarê dijberiya hilbijartinên Komara Îslamî ya Îranê de, bi du mehan rawestana demkî ji kar hatibû cezakirin. Wezareta Cîhada Çandiniyê ji bo Şeş mehan mûçe û karên neasayî bi rêjeya ji Şeş mehan kêm kir. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sedema gazîkirin û binçavkirin Mihemed Moradinejadî tine.