Dêwolan; Omîd Niyazî birayê Muhsen Niyazî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî hate binçavkirin

11:45 - 15 Îlon 2023

Roja Pêncşemî 23ê meha Xermanana, Omîd Niyazî birayê Muhsen Niyazî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Dêwolan, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, demjimêr 2 paşnîvro, Niyazî bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetên li ser Omîd Niyazî de ti zanyariyek tine. 
 
Muhsen Niyazî yek ji xwenîşanderê bajarê Dêwolanê di 29ê Xezelwera sala 1401`an de ji mesefetek nêz ve bi guleyên hêzên ewlehiyê yên serkutkar jiyana xwe ji dest da.