28 kesên di çalakiyên binçavkiriyên nerazîbûnên serhildana Jin, Jiyan û Azadî yên li Avdananê de ji bo dozgeriyê hatin gazîkirin

10:39 - 2 Îlon 2023

28 kesên ku di xwenîşandanên Jin, Jiyan û Azadî yên li Avdanan de hatibûn binçavkirin, tevî ku dosyeya ‘Lêborîna Rêberiyê’ ya ji bo girtiyan xwenîşandanên serhildana Jin, Jiyan û Azadî re hatibû dan jî, dubare bo taya 1 a dadgeha Şoreşê hatin gazîkirin.

Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragehandiye, divê ev 28 xwenîşander roja 19’ê Xermananê li taya 1 a dadgeha Şoreşa Îlamê amade bibin. Di gazînameya nû ya ku ji van kesan re hatiye şandin de, cezayê girtîgehê ku di Xezelwera 1401’an de ji wan re hatibû dayîn, dawî pê hatibû.

Ev yek di demekê de ye ku di nav wan kesên ku hatine gazîkirin de, ji bilî dosyeya mamoste Ehmed Elîzade yê ji Avdanan, dosyeya xwenîşanderên din jî li gora bexşnameya lêborînê bi dawî hatiye ragihandin.

Mamoste û çalakvanê sendîkayan ê berê yê bajarê Avdananê Ehmed Elîzade bi tohmeta “bêrêzîkirin li rêberê hikûmeta Îranê û bi armanca birêvebirina girseya xelkê û têkbirina ewlehiya welat” bo taya 1 a Dadgeha Şoreşa Îlamê hat gazîkirin.

Pêştir jî lijneya pileya yekem a Rêveberiya Perwerdeya Îlamê bi daxistina du grûpan cezayê malinişînkirina bi neçarî ji Ehmed Elîzade re dabû.