Li sînorê Newsûdê kolberê xelkê Ciwanroyê birîndar bû
11:11 - 5 Tebax 2023
Roja Pêncşemî 12’ê Gelawêjê kolberekî bi navê “Mêhran Ehmedî” xelkê Ciwanroyê bi gulebarana leşkerên dewletê li sînorê bajarê Newsûdê birîndar bû.
Leşkerên dewletê bêyî hişyariyek berê rasterast gule li wî kolberî reşandin û di encamê de dest û pişta wî birîndar bûn.
Ev kolber ji bo çareseriya pizîşkî birin navendên tenduristiyê.