Piştî ku hêzên ewlehiyê li ser rêya Sine-Merîwanê teqe li malbata çalakvanê sivîl Pûriya Ehmedî kirin, ev binçavkirin

11:10 - 5 Tebax 2023

Roja Sêşemî 10’ê Gelawêjê hêzên Îtla`ata Sinê li ser rêya Sine – Merîwanê teqe li otombêla çalakvanê sivîl Pûriya Ehmedî kirin û piştî rawestandina otombêlê û hevjîna wî Sehar Ehmedî û Barzin Ehmedî, kurê wan ê biçûk binçav kirin.

Li gor çavkaniyeke haydar bo Kurdpayê, hêzên ewlekarî piştî lêdana Pûriya Ehmedî û Sehar Ehmedî, li gel zarokê van yê biçûk ev bi hevre binçavkirin û bo girtîgeha Îdareya Îtilaata Sinê veguhastin.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Roja Çarşemî 11`ê Gelawêjê hêzên ewlehiyê gazî malbata Ehmedî kirin û zaroka biçûk ya vê malbatê radestî wan kirin.

Vê çavkaniya haydar got: Hêzên ewlehiyê roja Çarşemî 11`ê Gelawêjê, avêtine ser mala Pûriya Ehmedî û piştî lêgerîna malê, dest danîne ser hinek kelûpelên wan ên şexsî û bi xwe re birin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetên derbarê Pûriya Ehmedî û Sehar Ehmedî de nîne.

Pûriya Ehmedî jî roja 1ê Reşemeya 1397an ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran li Sinê hatibû binçavkirin û piştî 15 rojan ji lêpirsînê li girtîgeha vê rêxistina ewlekarî, bi danîna barimte hatibû berdan.

Ehmedî roja 21ê Banemera 1398ana Rojî careke din ji aliyê hêzên Îtla`ata Sinêê ve hatibû binçakirin û piştî 10 rojan ji lêpirsînê li girtîgeha îtla`atê, bi danîna barimteya 300 milyon Tûmenî hatibû azadkirin.