Tehran; Civîna dadgeha dosyeya Saleh Nikbext parêzerê malbata Jîna-Mehsa Emînî hat lidarxistin

11:40 - 30 Tebax 2023

Roja Sêşemî 7`ê Xermananê civîna dadgeha Salih Nîkbext parêzerê malbata Jîna-Mehsa Emînî li taya 28`ê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê hat lidarxistin.

Di vê civîna dadgehê de, bi riya hevpeyvînên bi medyayên biyanî û navxweyî re, tohmeta “Propagande li dijî hikûmetê” ji Nîkbex re hate sepandin.

Li gor gotina Elî Rizayî parêzerê dosyeya Salih Nîkbext, di civîna dadgehê de, bi awayekî nivîskî pirs ji Nîkbext hatin kirin û bi sedema pêwîstiya wergirtina nêrîna pisporekî di dosyayê de û herwiha berçav girtina rewşan û rewşa pêwîstiya demê, min û Nîkbext wek parêzerê wî, derfeta parastina devkî ya destpêkê hebû, lê nehat kirin û serokê dadgehê berdewamiya dozê û guhdarîkirina parastinê bo civîna bê hêla.

Rizayî nivîsek li derheq civîna dadgehîkirina Salih Nîkbex de belav kiriye û gotiye: Her çend pêşkêşkirina berevaniyê ji bo civîna bê hat paşxistin, lê wek ku min di pirojeya parêznameya xwe de diyar kiribû, tohmeta “propagande li dijî hikûmetê” nikare, ji bo Nikbakht bê binavkirin û di îdianameyê de tesbît heye û ev sûcdarkirineke bêbingeh e li dijî wî ye.

Parêzerê doza Salih Nîkbext nivîsandiye: Di vê dosyayê de hevpeyvînên Nîkbex di belgenameya îdianameyê de cih girtine û tê de tenê weke parêzer nêrînên xwe yên pispor anîne ziman û rexne li awayê birêvebirina welat kirine û hin kiryarên neqanûnî.

Roja Şemî 20’ê Reşemeya 1401’an, Salih Nîkbext parêzerê malbata Jîna-Mehsa Emînî ji bo taya 2 a lêkolînê ya serdozgeriya Giştî û Şoreşa naheya 33’ê (Muqedes) a Tehranê hatibû gazî kirin û bi “propagandaya li dijî hikûmetê tohmetbarkiribûn.”

Ev parêzerê pile Yek bi danîna barimetya heta civîna dadgehê ya bê bi awayekî demkî hate berdan.

Roja Înê 25`ê Xermanana 1401`an, Jîna-Mehsa Emînî ya temen 22 salî,û  xelkê Seqizê ku di encama lêdana tund a hêzên Geşda Îrşad de, li nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ketibû komayê, jiyana xwe ji dest da.