Cemal Elîzade ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha Nexedê hat veguhastin

11:38 - 30 Tebax 2023

Roja Sêşemî 7`ê Xermananê, Cemal Elîzade çalakvanê medenî yê xelkê Pîranşarê, bo derbaskirina cezayê xwe bo girtîgeha Nexede hat veguhastin.

Ev çalakvanê medenî di meha Xakelêweya îsal de ji aliyê dadgeha Şoreş a Mehabadê bi serperestiya dadwer “Ucaqlû” bi tohmeta “hevkariya bi medyayên dijber” re, bi 30 meh heps hat cezakirin.

Êvariya roja Sêşemî 26’ê Rezbera sala 1401’an, hêzên ewlehiyê avêtin ser mala Cemal Elîzade û bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê, ew binçav kirin.

Elîzade ji bo lêpirsînê bo girtîgeha îtla`ata Urmiyê hat veguhastin û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo girtîgeha Nexedê hat veguhastin.

Roja Yekşemî 23`ê Rêbendana 1401`an, ev welatiyê han bi danîna barimteya Sê milyar Tûmenî heya dawiya dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexedê hatibû azadkirin.