Areş Şerîfî heya niha jî li girtîgeha Sinêe bê çarenivîs e

11:38 - 30 Tebax 2023

Welatiyê Kurd ê binavê “Areş Şerîfî” temen 32 salî, û kurê Ebas, xelkê gundê “Tengîser” û rûniştiyê Merîwanê, li girtîgeha îtla`ata Sinê de ye.

Li gor çavkaniyek haydar, di destpêka meha Gelawêja îsal de ev welatiyê han pêwendî bi malbata xwe re kiriye û ragihandiye ku, ji girtîgeha îtla`ata Merîwanê bo lêpirsînê bo girtîgeha îtla`ata Sinê hatiye veguhastin.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Şerîfî di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina malbatê re bê par bûye.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Heta niha hewlên malbata Şerîfî ji bo zanîna çarenivîsa zarokê xwe bê encam bûye.

Roja Çarşemî 17’ê Cozerdanê, Areş Şerîfî bi tohmeta “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê li cihê karê xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Her wiha hêzên ewlehiyê dest danîn ser telefona Şerîfî û bi xwe re birin.