Veguhastina Emîr Seyîdî bo yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Urmiyê

14:12 - 29 Tebax 2023

Emîr Seyîdî ciwanê xelkê Mehabadê ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yê bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, roja Duşemî 6’ê Xermananl, Seyîdî di pêwendiyeke kurt a telefonî de ji malbata xwe re ragihandiye ku ev bo Urmiyê hatiye veguhastin.

Êvariya roja Duşemî 30’ê Gelawêjê hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê 25 salî binçav kirin. Emîr Seyîdî xwediyê Bax Mekaîl a Mehabadê ye û di torên civadî de jî çalak bûye.

Piştî binçavkirina vî welatî, hêzên ewlehiyê dest danîne ser hinek kelûpelên wî yên şexsî û birine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq tohmetbarkirina Emîr Seyîdî de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.