Li girtîgeha Seqizê girtiyek hat îdamkirin

11:26 - 28 Tebax 2023

Sibeha roja Yekşemî 5`ê Xermananê, girtiyê bi navê “Wefa Xuramanî” kurê Eta û xelkê gundê “Qiplanto” a bajarê Seqizê, li girtîgeha vî bajarî de hat bidarvekirin.

Ev girtiyê han di sala 1400’an de bi sûcdariya “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê berpirsên dadweriyê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Heta dema belavbûna nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.