Pîranşar; Qedera Selah Bayezîdî hîn jî nexuya ye

10:34 - 27 Tebax 2023

Piştî derbasbûna 11 rojan li ser binçavkirina Selah Bayezîdî yê xelkê gundê Kanî Bax a ser bi navçeya Lacan a Pîranşarê hîn jî ti agahî nehatin bidestxistin.

Li gorî çavkaniyek, ev welatiyê Kurd ji mafê hebûna parêzer, û peywendiya telefonî û hevdîtina bi malbatê re bê par e.

Vê çavkaniyê zêde kir: Hewldanên bidûreçûna malbata wî girtiyê Kurd ji bo zanîna cihê wî bê encam mane.

Roja Şemiyê 24ê Gelawêjê, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, avêt ser mala Selah Kanî Baxî û bêyî ku tu destûr hebin navbirî ew binçavkirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê binçavkirin û tohmetbarkirina Selah Bayezîdî de ti zanyarî nînin.