Ferzad Mehmûdpûr piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Urmiyê hat berdan

11:38 - 26 Tebax 2023

Roja Pêncşemî 2’ê Xermananê welatiyê Kurd yê bi navê Ferzad Mehmûdpûr yê xelkê bajarê Şinoyê piştî 11 meh binçakirinê bi danîna barimteya Du milyar Tûmenî ji girtîgeha Urmiyê hat azadkirin.

Ev welatiyê han di dema lêpirsînê de ji bo îtirafên bi zorê jê werbigrin rastî givaş û îşkenceyê hatiye.

Ev welatiyê han di meha Rezber a sala 1401`an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina lêpirsînê, ji girtîgeha ewlehiyê bo girtîgeha Urmiyê hatibû veguhastin.

Ferzad Mehmûdpûr temen 22 salî û kurê Elî xelkê Emîrava ya Şinoyê ye.