Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Eric Marquardt bû kefîlê siyasî yê Êhsan Mihemedî girtiyê serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan û Azadî

11:28 - 26 Tebax 2023

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Eric Marquardt bû kefîlê siyasî yê girtiyê siyasî yê Kurd ê 16 salî Êhsan Mihemedî û yek ji girtiyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan û Azadî.

Marquard bi weşandina postek li ser rûpela xwe ya Înstagramê nivîsîye; Min berpirsiyariya Êhsan girtiye ser xwe. Temenê wî 16 salî ye û bi tohmeta “moharebe” re rûbirû ye û dibe bi îdamê were mehkûmkirin û di dema borî de jî çendîn caran di Îranê de cezayê îdamê ji bo zarokên temen kêm hatiye birîn.

Kefîlê siyasî yê Êhsan Mihemedî di berdewamiya axaftina xwe de daxwaza azadkirina Êhsan û hemû girtiyên siyasî kir û daxwaz ji rayedarên Îranê kir ku girtiyên siyasî serbest berdin.

Ev endamê Parlamentoya Ewropayê dibêje; Ger ku êdî mijara xwenîşandanan di medyayê de nebe jî, divê em kesên ku li Îranê ji bo azadiyê têdikoşin û ji bo wê tên çewisandin ji bîr nekin.

Piştevaniya siyasî ya Êhsan Mihemedî ji aliyê parlemanterên Ewropayê ve weke berdewamiya hevkariya dualî ya Kurdpa û saziya “Havar”ê ji bo wergirtina piştevaniya girtiyên siyasî hatiye encamdan.

Berê jî Sara Larkamp, ​​berevankara mafên zarokan di Parlamentoya Almanyayê de, pişteaniya siyasî ya Su`eda Xedirzade û zaroka wê girtibû ser milê xwe û ev pêvajo berdewam dike ku dengê girtiyên siyasî derbikeve.