Urmiye; Berdewamiya binçavkirin û bê çarenivîsiya du welatiyên Kurd

17:09 - 23 Tebax 2023

Du welatiyên Kurd yên bi navên “Siyemak Heyasî” û “Alan Daxdar” yên xelkê gundê “Hacî Abad” a Bokanê, tevî derbasbûna çar mehan ji girtina wan, heya niha jî li yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê de ne.

Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragehandiye, ev her du welatiyên han ji mafê wergirtina parêzerekî diyarkirî û hevdîtina bi malbatê re hatine bê parkirin.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Tevî ku malbata van du welatiyan bi saziyên ewlehiyê yên Urmiye û Bokanê re peywendî kirine, lê tu zanyariyên hûr derbarê rewş û çarenivîsa wan de nînin.

Êvariya roja Çarşemî 30’ê Xakelêweyê, hêzên ewlehiyê bêyî biryara dadgehê Siyemak Heyasî girtin û piştî girtina wî, li mala wî jî geriyan.

Hêzên ewlehiyê dest danîne ser hin kelûpelên şexsî yên Heyasî, ji wan laptop, telefona wî.

Roja Sêşemî 29ê Xakelêweyê, Alan Daxdar bêyî biryara dadgehê li cihê karê xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Heta niha derbarê sedema girtin û tohmetbarkirina van her du welatiyên Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.

Wêne: Siyamek Heyasî