Soreş Mirowetî li girtîgeha Sinê hate bidarvekirin

16:24 - 22 Tebax 2023

Sibeha roja Sêşemê 31’ê Gelawêjê girtiyê bajarê Seqizê Soreş naskirî (Gholamreza) Mirowetî li girtîgeha Navendî ya Sinê hate bidarvekirin.

Ev girtî di çend rojên borî de ji bo cîbicîkirina hukmê îdamê bo odeya taekesî hatibû veguhestin.

Ev girtiyê han di 9’ê Rezber a sala 1401’an de ji ber hebûna derbasiya revîna ji girtîgeha Seqezê bi vekirina dosyayê ji aliyê dezgehên ewlehiyê û dezgehên ewlehiyê yên Sinê ve, di dema xwenîşandanên girseyî yên girtiyan li girtîgeha Sinê de, bo girtîgeha Îtla`ata Sinê hatibû veguhestin, di dawiya Tîrmeha 1402 de, piştî 10 mehan ji binçavkirinê, bo girtîgeha îdareya Îtla`ata Sinê veguhastibûn.

Di sala 1388’an de, Soreş Mirowetî bi tohmeta “dizîna çekdarî ku tûşî kuştibê bibû” hatibû girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Ev girtiyê han di dema aloziyên girtîgeha Seqizê di meha Xakelêweya 1399an Rojî de karîbû ji girtîgehê bireve, lê piştî çend rojan ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibû girtin û bo girtîgeha Sinêê hatibû veguhestin.