Mahabad; Emîr Seyîdî ji ber “çalakiya di torên civakî de” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

16:20 - 22 Tebax 2023

Êvariya roja Duşemî 30’ê Gelawêjê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Emîr Seyîdî” xelkê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û bo cihekî nediyar hat veguhestin.

Li gor çavkaniyek agahdar a Kurdpayê; Hêzên ewlehiyê ev welatiyê han bêyî nîşandana belgeya dadgehê, li cihê kar girtin. Emîr Seyîdî xwediyê kafeyekê li Baxçê Mikaîl a Mehabadê de ye û di torên civaî de jî çalak bûye.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, derbarê tohmetê li Emîr Seyîdî de ti agahî nînin.