Seqiz; Şermîn Hebîbî hevjîna Fereydûn Mehmûdî yek ji qurbaniyên serhildana Jin, Jiyan, Azadî hat girtin

16:19 - 22 Tebax 2023

Roja Sêşemî 31’ê Gelawêjê Şermîn Hebîbî hevjîna Fereydûn Mehmûdî, yek ji qurbaniyên serhildana Jin, Jiyan, Azadî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, piştî girtina xanim Hebîbî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, ti zanyariyên berfireh derbarê çarenivîsa vê de tine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedema girtin û tohmetbarkirina Şermîn Hebîbî de ti zanyariyên berfireh tine.

Di meha Banemera îsal de, taya yekem ê dozgeriya Leşkerî ya Seqizê, gulebarana Fereydûn Mehmûdî, yek ji qurbaniyên serhildana Jin, Jiyan, Azadî, ji aliyê efserên yekîneya taybet ve, pejrandibû û biryara qedexekirinê çopandina vê yekîneya taybet derkirbû.

Taya yekem ê dozgeriya leşkerî ya Seqiz û Banê ragihand: “Ne diyar e ku Fereydûn Mehmûdî ji aliyê kîjan efserên yekîneya taybet ve bûye armanc, ji ber wê jî ti nav û nasnameya tawanbar nine, aliyê giştî yê gilîkirina dê û bavên bi sedema nebûna delîlên têr li ser esasê edaleta bilind û madeya 4, û di cîbicîkirina madeya 265 a yasaya dadresiya tawanan de, biryara qedexekirinê tê derxistin û ragihandin.

Di berdewamiya biryara dawî ya Dadgeha Leşkerî ya Seqez û Banê de wiha hat gotin: “Ji ber vê yekê di derbarê diyarkirina erkê dayîna diyê ji aliyê yekîneya pêwendîdar ve, li gorî bendên madeya 631ê ya yasaya dadresiyê divê bêyî daxwazkjirinê li dadgeha leşkerî bê darizandin."

Roja Şemî 27’ê Xakelêweya îsal, dayîk û bavê Fereydûn Mehmûdî bo dadgeha leşkerî ya Seqiz û Bane hatin gazîkirin û ji wan re hat gotin ku li hember dayîna diyê, giliya xwe paşve vekişînin.

Dayika Fereydûn Mehmûdî tevî redkirina vê daxwaza, dadwerê dadgeha leşkerî got: “Em xwîna Fereydûn nafiroşin hikûmetê”.

Di 28’ê Xermanana sala 1401’an de, Fereydûn Mehmûdî ji bajarê Seqizê di xweîşandanên vî bajarî de jiyana xwe ji dest da. Ji ber astengiya saziyên ewlehiyê termê wî bi şev bê merasîm hat definkirin.