Li Merîwan û Ciwanroyê 2 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin

10:36 - 21 Tebax 2023

Du welatiyên Kurd bi navên “Zana Pervane” xelkê Merîwanê û “Mo`în Feqîhî” xelkê Ciwanroyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.

Li gor çavkaniyek agehdar, roja Şemî 28ê Gelawêjê, Zana Pervane yê xelkê Merîwanê bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin û ti zanyariyên berfireh derbarê rewşa wî de nînin.

Ji aliyekê din ve roja Înê 27ê Gelawêjê, Mo`în Feqîhî temen 25 salî û xelkê Ciwanroyê, bêyî belgeya dadgehê li mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, derbarê sedema girtin û tohmetbarkirina van her du welatiyan de ti zanyariyên berfireh nehatine bidestxistin.

Wêne ji rast ber bi çep: Zana Pervaneh û Mo`în Feqîhî