Mehabad; Armanc Xeste ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin

10:16 - 21 Tebax 2023

Sibeha roja Çarşemî 25`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd bi navê “Armanc Xeste” kurê Ehmed xelkê bajarê Gogtepe û rûniştiyê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ev welatiyê han di mala wî ya şexsî de girtine.

Heta dema belav bûna vê nûçeyê, derbarê sedema girtin, tawan û rewşa Amanc de ti zanyariyek berfireh ber dest tuneye.

Di vê derbarê de, sibeha roja Çarşemî 25ê Gelawêjê, 3 welatiyên Kurd yên bi navên “Şêrko Nesîrî”, “Hedayet Xeste” kurê Elî û “Eşkan Resûlî” kurê Elî xelkê bajarê Gogtepe yê Mehabadê, ji aliyê hêzên dewletê ve hatin girtin û hêzên ewlehiyê ev birin cihekî nediyar.