Li Kamiyaranê 2 bira ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin

10:15 - 21 Tebax 2023

Du welatiyên Kurd yên bi navên “Hisam Keremî” û “Sîrvan Keremî” zarokên Îbrahîm û xelkê gundê “Çirosane” a ser bi Kamiyaranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û Sîrvan Keremî piştî çar rojan ji binçavkirinê hat azadkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, 4 rojan berê Sîrvan Keremî bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin û roja Şemiyê 28ê Gelawêjê hat berdan.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Sîrvan Keremî li girtîgehê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tundî hatiye îşkencekirin.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Piştî azadkirina Sîrvan Keremî, birayê wî Hisam Keremî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin û ti agahî derbarê rewşa wî de nînin.

Sîrvan û Hisam Keremî pismamê Burhan Keremî ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî ne ku di 25'ê Xakelêweya sala 1401'an de li Kamiyaranê ji ber gulereşandina hêzên serkutkar jiyana xwe ji dest daye.

Heta dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema girtin û tohmetbarkirin van her du birayan de tine.

Wêne ji rast ber bi çep: Hisam û Sîrvan Keremî