Bîcar; Binçavkirina dubare ya Zîba Qilîçxanî yek ji girtiyên serhildana şoreşa Jin, Jiyan û Azadî bi sedema nivîsînek û giliya efserê ewlehiyê ji ber tifkirina dema derbasbûna kolanê

12:04 - 19 Tebax 2023

Roja Pêncşemî 26’ê Gelawêjê, Zîba Qilîçxanî yek ji girtiyên serhildana şoreşa ya Jin, Jiyan, Azadî li Bîcarê, piştî eşkerekirina tohmetan li dadgeha vî bajarî, careke din hate girtin û bo navenda çaksaziya Sinê hat veguhastin.

Li gor çavkaniyek agahdar Kurdpayê; Dadgehê ev welatiya Kurd bi “propagandakirina dijî hikûmetê, nivîsandina şiroveyeke rexneyî” û “giliya karmendekî ewlehiyê ji ber tifkirina Qilîçxanî dema derbasbûna li kolanê” tohmetbar kiriye.

Vê çavkaniya agehdar got jî; Qilîçxanî bi giliya Wezareta Îtlaatê bo dadgeha Bîcarê hatiy vexwendin.

Zîba Qilîçxanî di 27’ê Xermanana sala 1401’an de ji ber beşdarbûna di xwenîşandanên Jin, Jiyan, Azadî de hatibû girtin û piştî du hefteyan, bi danîna barimteya Du milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji navenda çaksaziyê ya Sinê hatibû berdan.

Ev welatiya han zewicî ye û du zarokên wê yên biçûk hene û hevjînê wê jî ji ber nexweşiyê azaran dibîne.