Girtiyekî Kurd li girtîgeha Îdareya Îtlaata Sinê bo girtîgeha Seqizê hate veguhastin

11:51 - 2 Tebax 2023

Welatiyekî Kurd yê bi navê " Xalid Mihemedî" xelkê gundê "Tercan" a ser bi bajarê Seqizê ji girtîgeha Îdareya Îtlaatê Sinê bo girtîgeha bajarê Seqizê hate veguhastin.

Li gorî Çavkaniyek agehdar, welatiyê Kurd "Xalid Mihemedî" roja Şemî 24ê Pûşperê bo girtîgeha bajarê Seqizê hatiye veguhastin û heya niha ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin bi malbata xwe re bê par maye.

Her li gorî vê Çavkaniyê, Xalid Mihemedî li dema binçav kirinê çend cara peywendiya telefonî bi malbata xwe re hebûye.

Roja Sêşemî 23ê Pûşperê, Xalid Mihemedî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî li cihê karê xwe ji aliyên hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin û bo girtîgeha Sinê hatiye veguhastin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyî, sedema destbiser kirin û tohmetên ku bi ser de hatî sepandîn ti zaniyariyek ber dest nîne.