Pîranşar; Girtina Hisên Mehmûdpûr ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

16:00 - 17 Tebax 2023

Sibeha roja Sêşemî 24`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd bi navê “Hisên Mehmûdpûr” temen 46 salî û xelkê gundê “Gergol Jorê” ya Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bê nîşandana belgeya dadgehê avêtine ser mala şexsî ya vî welatî û ew girtin.

Vê çavkaniya agehdar got jî: Berî niha Mehmûdpûr çendîn caran bi rêya telefonê bo Îdareya Îtilaata Pîranşarê hatibû gazîkirin, lê wî nexwest biçe vê dezgehê.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema girtin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd nehatine bidestxistin.